Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: GIRÎ YÊ BA

 


XEMGÎN Ê REMO

Þeve û ba digrî …

Dengvedana dîlana baranê
Li banî
Cîhanek sîtavî ye …
Dilê min
Çûkê di hêlînê de
Xewnê bi buhareke geþ dibîne
Ku newroz nêzîke
Yar bîke
Û sirûdên þahî yê
Wê bibin xunavî …


Tenha ez û þev
Þeve … û ba digrî
Lorîna vî bayî
Bilûra siba ye
Sitranek ji zarê keçika ye
Mîna kêreke tûj
Kezeba min dalêse
Him tirse , him þahî ye
Bi karwanê þahî  yê re
Ez difirim
Û bi yê tirsê re
Her dibezim
Þevek ji þevan hilweþîya ye …

Þeve û ba digrî ….
Di vê þevê de
Ez berba dibim
Li ser piþta hespekî boz
Di binê tûrikê min de
Çend helbest û gurzeke gul
Lorka , ji binê konekî qereçî yan
Bi gîtarek kevnar
Û awazek birîndar
Bangî min dike :
Lawko …!!
Rê dûr û dirêje …
Wer dagere
Çend piyalên sor-meyê
Ji destê zerî yan
Bi ser devê xwe de birêje …

Û çavên Maryana
Du fincan hingiv tên bîra min
Bêhna yasmîneke þamî
Buharek serbixwe ye
Ez mestim , sergerdanim
Di vê þevê de perîþanim
Geh dikenim
Geh digrîm
Þevek ne wekî þeva ye
Ba digrî
Û baran dîlan dike ….

Xemgin-61@hotmail.com


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark