Beþîrê Mele
" Diyarî ji bo dayka þehîd Qehreman"
Çav li þîhna buharê me
Ji warê ax û rokê me
Hemþîra gul þîlanê me
Dilgirtiyê zozanê me
Evîndarim evîndarim
Newal û deþt û çiyan
Li xwe û li çi geryam ?
Li kilçîvê Xec Þêrînê
Li gustîla Mem û Zînê
Evîndarim evîndarim
Gelî xwiþk û birayêd min
Heval û dost û yarêd min
Bizanibin azarêd min
Ji çi iþqê dinalim ez
Birîndarim birîndarim
Vê sipîdê min girt ser we
Ne destvala têm bazarê
Bi kincê sor û sipî me
Xelata te me ez yarê
Þehîdim ez þehîim ez
Hezkiryê þîngulokê me
Mêvanê dayka rozê me
Tê dengê kila meþka te
Çi taþtê tê bidî dayê
Min bêrya bêhna te kirye
Ji min bawerke dotmamê
Te tîra sor li dil daye
Min xwestî ez bi wê bimrim
Di hizrê min de þax daye
Tu rêber û tu hosta ye
Ji derxa çayê Mîdiya
Tînim bo axa Horiya
Li ber pala girê Çaxir
Dibim ronaka rêwiya
hem Pariyê dest birçiya
Wekî tava buharê ye
Bîna gul û xunavê ye
Birûsk da qufla dilê min
Ji tariyê da ye der min
Bîmarim ez tu hostaye
Gundo megrîn li halê min
Bidin þopa hevalêd min
Kar xezalek kûr dinale
Kesera wê þewq û tave
Hûnjî wek min birîndarin
Ji ber qehra we bûm þervan
Bûm gerîla bûm nêçîrvan
Min bi dilê xwe agir girt
Heta ez bûme Qehreman
Þehîdê çavê we me ez
Va qîrek tê ji bin latê
Cizîr ketî kêferatê
Çi cengkirî vî beranî
Vî hogiçî qehremanî
Þiyan da rehê gulzarê
Hilda tola deh þehîdan
Xwe kir goriya Egîtan
Bû bûmbe û baran rakir
Tovê iþqa xwe belakir
Ehmedê simbêl qeytanî
Bi heyrana teme canim
15-9-2008