Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Grūpźn rewženbīrī ū ēanda jibīrkirī

 


  Melevan Resûl

Žaristaniya miletan bi metodên renga reng têne avakirin , helbete ew žaristanî bi serê xwe nikare xwe ji pêmaya mirovanî bibire , gerdûn weha hemî bi beždarbûn û çavkaniyên cor becor tê xemilandin , di qûnaxên kevn û serborî de çavkanî hemî diherikin ser hev û her miletek li gor hoyên xwe yên siružtî û vehûnandina navbera mirov û jiyanê de her yekî li gor pîvanên xwe žaristanîk avakiriye bi werkirina tam û çêja xwe pijandiye û li ser qoçkan kelandiye , di encamê de žaristanîk bi nav û nîžankirî ji pêmaya wî miletî derdikeve .


Mebesta min ji tam û çêja borî ewe ku bêjim : žaristanî bi çend hokarên bingihîn têne avakirin her ku alavên pêkahatîn wekî hev di destê hemû miletan de ew bi xwe bin jî , mîna ku çawa mozîkjenên amîreke mozîkê mîna hev li ser estromentan dixebitin , lê her yek ji estromentan li gor pisporiya xwe dibe afrêner di hunera mozîkê de ,  her weha di wênesaziyê de û di gelek radeyên hevbež de , lê mirov di dawî de li ber afrênerek bi nirx rûbirû dibe û ew berhem dibe dewlemendiya çanda gerdûnî .
Vêca ka em vegerin li çanda netewan temažakin ka çandên xwerû û xweser girêdayî taybetmendiya miletan heye yan jê na ?
Bê guman diyare ku žaristanî grêdayî çandên rengîne , heger çandên netewî peyde nebin , ew žaristanî tu carî nikare berhemdar be û bi pêž nakeve yan wê qels û lewaz bimîne , ji vê jî dozê miletan rewa ne dema doza mafên çandî dikin ji ber du sedeman , yek jê xweparastina xwezayetiya mirovan e , û ya din jî tam û çêjkirina berhema žaristaniyê ye .
Helbete ramanê çandî bi pêdawistiya xwendin û fêrbûneke têgihižtî heye , ji ber ku piraniya berheman bi alava raxistina raman , da wergere peyv û gotinê heye , ji lew tevgera kurdî heger ji mafê çarenûsê were xwar , lê ew tu caran ji mafê nasnama çandî nikare bikeve , di dirêjahiya xebata tevgera siyasî ya miletê kurd li rojavayê kurdistanê sûre da mafê çandî bi dest xwe ve bîne û xebatek kiriye her çendî ne li gor daxwazan be , ji encama qelsbûna xebata ji bonî pêžvebirina çanda kurdî , di demên dawî de gelek kom û grûpên rewženbîrî xwe bi navkirin û navê çanda kurdî ji xwe re kirin sembol û pažnav , bi rastî jî ew hewldan tenê dibe cihê rêzê , her wekî xebata vekolîn û pêžvebirinê di ber de bi qasî tê xwestin nehatiye dîtin , lê bi qasî tê dîtin ku ew grûp hîn nekarîne xwe ji bin bandora serdestan azad bikin û nasnama xebatê di bin siha wê de ežkera bikin , valahiya rola rewženbîran bi awakî neynî dagirtine , em naxwazin ku ew di xemsariya tevgera siyasî re bibûrin , û doza avakirina dîwaran di navbera xwe  û nijadên din hildin , lê ji mafê meye em kesayeta çanda kurdî bi parêzin û xebatê di ber pêžvebirina wê de bikin , ji berya em ji erkên xwe yê netewî bibînin , ew erkek sincî ye , pêdivî bi hestên baweriyê heye , ji encama talankirina li ber çavê hemû kesî ji çanda kurdî re tê xuyanîkirin .

Di baweriya min de heger milet û welat bi tevahî were talankirin lê tenê ziman , kevnetor , wêje û çanda kurdî bimîne parastî ? netewa kurd bi gižtî wê ne xûme ser çokan û ji bejn û bala xwe nekeve . 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark