Xalis Msewer
Mele Mihemedê Palo, li gunndê (sere çûr) li qeza palo, li kurdistana bakur, sala 1920
an de, çavên wî bi ronîka dinê şah bûne. Bavê wî di sala 1925 an de, giyanê xwe li afêrê xwe vegerandiye, û hê temenê wî(5) salî bû, û feleka malik wêran terîşa xizaniyê bi dilovanî li serê wî gerandibû, piştre bi bi sê salan diya wî daye ser rêça bavê, û wêjî giyanê xwe sipartiye xwedayê wî, û temenê wî wê demê heşt sal bûn.
Di sala 1973 yan de, ji palo ji ber zehmetkêşya jiyanê dakitiye binxetê, û li gundê xizna rûniştiye, li cem şêxên xeznewî feqetî kiriye ta bûye Mele û xwedî ilm. Û ji wê çaxê de û ta çûye ser dilovanya xwe, xwe kiriye xizmeta wêje û zimanê kurdî de, û Berhemên wî yên bi kurdî jî evin: 1- Bîna Niştmanî 2- Civîna Nemira 3- civîna nemira û şoreşên kurdî 4- Bîr û bawerî 5- Belewê civîndarî 6- Baxê evînî 7- Baxê niştimanî Û Dîwana dewr û gera kurdistanê. Û pirtûkek zimanê kurdî, û du ferhengên kurdî- turkî. Palo jiyana xwe hemû di netewperestiyê de derbaskiriye, û ji sirûdên wî herdem dengê qêrîn û nalîn û cengê difûre, dengê wan mîna defa wewarê li ber guhê mirov dixe. Hem bi bûyera welat ve mirov agadardikin, û hem hêrz û hestên mirov bêhawe tevradikin. Bi kurtî Palo di sirûda xwe ya binavê: (Bersiva welat) weha dibêje: Ez dibînim dar û ber tev * * ser nixûn ser bi jêr Bê ziman û zar ê bê dev * * bê hejîn hêre hêr qêre qêr û zare zara * * pîr û kal û hûr û gir rê nenas û bê civatin * * dûv û destin bo neyar gel dihiştî tengezarî * * bê dibistan û sera Ku em bi çavê mirovekî xwedî ezmûne li van malkan binêrin, wê ji meve bêxuyakirin, ku Palo mîna çavdêr û pêwanekî welêt bêxuyakirin, û di rengê şanoyeke tiracîdî de van malkên hestiyar organîze dike, ku bi dengê peyva/Ez/ hestên xwe û yê din, bi lûbelûb û keser û hesret tevlihevdike, û bi vê peyva kesîn û teqzekar dîtina xwe teqze û isbat dike, û li vê tiracîdya dîroka welatê xwe temaşe dike, û dibîne ku hertişt li vî welatê hêja dernexûm û berovajî û nesaxe. Ta bi dar û berê vî welatî bi awakî melûl ser nixûm û ser birjêrin. Dê meke ew jî rengê kovan û dilşkestyê û bêmicalyêye ji vî welatî re. Lê helbestvanê mey dil bi kul û keder, sedema vê dernexûm bûnê û kovanyê dide diyarkirin û dibêje: Miletê min hê bê dev û zar û zimane, ango zimanê wî li dinê qedexeye û devê wî lexabkirye, û herdem jî dengê qîre qîr û hewar û zarezara wî tê guhê min. Ku evna jî nîşanên stem û zordaryêye, ku dijmin şerm û pîvan vê stemê bi ser vî miletê wî de dirjîne. Lê welat li helbestvanê zik êş vedigerîne û dibêje: Ne weha bi tenê helbestvanê delal, lê miletê min bi piranî nezanin riya xwe hê nasnekirine, û şaxê wan hê ne bişkivîne, û hê ji neyar re suxte û rêberin. Bêgûman ev wêneyên helbestî, tabloyeke rengîne ji helwêsta Kurda re îro xuyadibe, ango di van malkan de, sê wêneyên kilasîk ji rewşa Kurda re didenasîn, ku ew jî evin – rênenas – bê civat – dûv û destê neyarin - lê ew jî wêneyin kevin û kilasîkin di wêjeya kurdî de bikartên, lê wêneyên tiracîdîk di virde, pir bi wate û di cihê xwede wezîfedarbûne. Palo careke din bi hest û bi şewat, û bi şêweya navtêdanê, bang li welatparêzên bindest dike, û wî ji temara xewê ya dûvdirêj şiyardike, ku serê xwe rake û çavê xwe veqelêşe, lihawîrdora xwe binêre û rewşa xwe nasbike. Lê divirde xewa wî jî xweke siyasiye, ku ji vî welatparîzê kurd re weha dibêje: Welat parêzê bin dest û stembar * * belngazê ne yar û bê ked û kar Ji xwe rabe serî rake bibîne * * bi mîna te dinê kes tunîne
Divirde jî, wêneyeke pir bi wate ji helwêsta mirovê kurd re tê xuyakirin, û Palo dide zanîn, ku ew jî helbestvanekî xwedî rûmete, ji ber ku karîbû di dû malikan de, neh rewşan ji mirovê kurd re bipesinîne, ku ew jî evin: - Welatparêz – bindest – stembar – belengaz – bê ked – bê kar – razayî – nehişyar – dora xwe nedîtî - Weha ev gotinên germ ji kelecada hinava Palo dertên, û neynikê li ber jiyana mirovê kurd datîne, û jêre weha dibêje: Tû li vê dinê evî kurdo, ev rewşên me hejmartin li bejin û balate bûne, de heydê rabe serxwe ma qey tû vê rewşa xirab li ser xwe dipejirîne û qebûldikî…?. Weha jî mîna derhînerê diramatîkeke tiracîdî helbestvanê me, jiyana kurda li ber çavê wan datîne, û wan radike serxwe û doza tekoşîn û raperînê li wan dike. Dîsanê kelecada dilê Palo tucaran sarnebûye, ji ber ku welatê wî bindeste, û herdem pesnê vî welatê dide, ku welatekî gelek navdar û şêrîne, nazik û şepal û rengîne, bi maden û kibrît û zîv û zêre, û bi welatê xwe serbilinde. Hovîtiya neyaran jî dide xuyakirin bê çawa ev neyarên bêbext û bêinsaf, vê bihuşta kurda li hev pardikin, û ji kurdare dibêjin derkevin hûn ne xwedyên vî cihîne, û vir ne cihê bav û kalê weye, van neyaran jî mîna dewara û ne insana dibîne û dibêje: Welat tu ketî destê neyar * * li te firyad û qîrîn û hewar Gelek navdar û şîrîn û bi denge * * şepal û nazik, rengîn û şenge Tijî lal û dirav û zêr û gewher * * tijî kibrît û pilade sera ser Ne insanin dibê qey ew dewarin * * ji bo barê ziyanê kar û barin Li ser baxê buhiştê hatine hev * * dibêjin ey kurê ristem tu derkev Palo di sirûda bi navnîşana /kurê welêt/ de xwe davêje ber têhna dîroka kurdî, û sembolên vê dîrokê tîne ziman mîna – Ristemê Zal – û bang li kurên welêt dike ku rabin herin şer û cengê, û binêrin bê çawa dijmin bi riya dîn û olan em jihevxistine. Divir de Plo cudabûnê di nav kurda de li gur olê nabîne, û kurda hemyan çi dînî wî be mîna hev û weke hev dibîne, û xweş dibîne jî bê çawa dijmin bi riya olê re, herdem karîbû kurda ji hev belavbike, û dibêje: Êdî bese ku em dibin vê rokê de mane bê cih û war, û pêwîste ku em di war û welatê Ristemî Zal de, mîna hemû kesan serbest û serviraz bin. Ûdibêje: Welê hatî Ristemê Zal * * kirî destê xwe şûr û gurz û mertal Bi mêranî dibûne Qizilbaş * * eger çi ol û çi kokê da ewin baş Eve ku ew ji me dane qetandin * * bi vê tevdîr û nêçîrê tewandin Divê ku em ji bê waran hilînin * * bi serbestî di warê xwe bi mînin Ji me rabî lehî dijmin ziyabî * * ji warê me kerê bê cî betabî Dîsanê Palo di sirûda xwey bi navê /meletî/ de, welatê xwe bernadî û pir xemgîn û kovan û bi keder û dil bikule, lêxistine êş û derdên vî welatê Zradeşt pêxemberî, ev welatê avista lê hatiye nivîsandin, û ji herêmên vî welatî bajarê /Meletî/ tîne ziman, û wê bi cihê komirê didenasîn, ango Palo dibêje: Gelî kurdan welatê we tev xêr û bêre, wargehê komir û zîv ûzêre, lê neyarên zar diz û biyanyan, hûn xapandine û lingên we xistine nav tore û davkan. Û bi peyveke herî xweş di virde ewe, ya ku Palo karîbû pê komirê mîna mirovan, bi zar û jiyan bike û bi pirsek bê bersiv dibêje: Çilo komir dibêje cihê minî meletî- Gelek dewrê cîhanî * * li ser te çûne ava Zar diz û biyanî * * tu xistî tor û dava Zarê ku zend avista * * pey hatiye nûsandin
Zarê zer deşt û hosta * * jê hatî ye neqandin
Gelo ne dîn û gêjî * * ne hala vî welatî
Çilo komir dibêjî * * cihê minî Melatî
Pyv û hevok û wêneyên nû livir helbestvan di afirîne, hest û made tevlihev dibin mîna dibêje: Zar diz- komir dibêje- Û Palo xwe bera nav rûpelên dîroka kurdî dide, û dibêje: Ey welato gelek dem û dewranên dijwar di ser tere çûne û derbasbûne, lê hemî bindestî û derd û êş û sergêjîne. Dîsanê bi pirsek bi heyr û bela û heyînî(وجودي)li hal û hewalê welatê bindest, û miletê bêmecal dipirse, lê birsiva wê xweşik nabîne, û di cihê xwede radiweste, li doraxwe difitile û nema zane ev çi hal û hewala vî welatîye..?. nerihetyeke ebedîn bi peyvên – çilo – gelo- dîn – gêj- li ezmanê xem û xeyalên xwe dirêse, û bixopanî û hêlemêl Palo xwe bera nav hinav û canê xwe dide, û dilê xwey bi êş û jan qelemteraş dike, û bi sosret û derd vê dîroka tarî di vî dilê bi kul de dixwîne, û rûpelên wê bi ahîn û hesret û kedrên xwe ve dirêse, û li ber çavên bi hêsir û kul datîne.
|