Gulnar Elî
Rûyê þîn, mija spêdê, þikestina çavên te, sotina hetavê, tabûta zarokatiya min ser milên xwe helgirt. Pey taziya xewnên min çûçk û zarok, sîbera ferzindeka mirî diþûn. biken û girya xwe, kolanan vedmalin.
Dilên niyas dibînim dêmên neniyas zarokê kal neniyasî Bûrîn. Çentka wêne û kartên hevala bi milê çepê ve xwe bidavên dil girêda. tikêta firokê bi xurtî xwe bi serên tibla þehdê û beranî vegirt. Dêmên xelkî di nav xerecirê de, hemî wek hev in, lêvên biken firîna kevoka çav belavoka strana. Tinê ez ya biyanî me ne wekî kesê biyanî li derve û jor li ser sinora û dûr. Rabîna firokê ji Hewlêr dilê min revand û bazda ji bo bizivrît... Dilê vekolayî ser tabîta diltengiyê te kir bû pelatinkeka rengîn. Þîn kirin hewes û perdavên þîn nexþîn roj. Barana payîzê, þûþtim Bi germa xem û xweþiyan... gehiþtînêk ji bo jêk dûrkevîn çi bibe, bila bibe! noke min bibe def xwe dizanim kuçkirna min çarenûs e, her wekî viyana min dizanim ku þevên min dirêj in. Girî dê davên xwe rêsît xweþiya evro, xema sube ye xema evro, kenyada sube ye. Di dozexa xwe ya þox û þeng min hembêz bike. Dilê xwe dê bo te hêlim, barkem dûr, dûr zeman dûr zemîn. Fêrî derbederiyê û koçkirinê bûm, fêrî elfebêtkên Teniyayê û xemokiyê bûm, fêrî nalîna þevên bêdar bûm. Di bajarên pêþesazî de beringarî þevên xwînmêj bim bi dilê trumpa xewa bê êþ. piþta xwe bidim paþe rojê bila çavên min ser rojên reviyayî helawîstî bimînin. Gulnar Elî 23-6-06 Duhok Nikirin 16-8-08
|