Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sitūna ZORAVA

 


  Bavê helebçe

Gelek caran me di medya û rojnameyên kurdî de l ser , çelengî û qehermania jina kurd û giringiya rola wê di civat û dîrokê de xwendiye,
Û gelek navên navdar bi tîpên zêrîn di rûpelê dîrokê de hatine nivîsandin .
Û bûne sitêrkin gež, roniya xwe dane qada xebatê, û rê li pêžya xorta ji pêkanîna mafên wî yên netewî, û jiyaneke azd û ažtine de bijî ,ronî û dûz bike.


jina kurd carekê,dayka žehîd e, carekê jî žewrežgere , li serçiyayên kurdistanê di nava berf û seqema dijwar de, mîna pilingan li kêleka pêžmergên qeherman , xaka welatê xwe ji êrîžên dijminan parast ye .
Belê,jina kurd ewe ya ku bi destê çepê dergûža qehremanan dihejînê, û bi destê rastê cîhanê seraser dihelînê .
Jina kurd  LEYLA ZANA ye, a ku bi dehê salan di zindanên žoven û xwînmijan de , berxwedanek bê sînor ,di ber doza gelê xwe de kiriye ,û nav u dengê wê li seranserî cîhanê belav bûye .
Jina kurd LEYLA QASIMe, ya ku canê xwe yê žêrîn ji doza gelê xwe re kiriye qurban. û bi xwîna xwe ye pîroz , riya azadiyê li pêžya gelê xwe ronî û gež kiriye ...
Belê jina kurd , HELÎMEYE dayika çar žehîda  ye, û careke din, jina kurd SITÛNA ZORAVA ye, dayika  çar lehegên min ŽÊRAN yên di zindanên žamê de, SEMSA XANIM e 
Roja 15  Sibata 2005 an li taxa zorava ,di nav wan xažerêkên çiyayê QASYON de ,di navbera wan latên berz û bilind de, ez pêrgî ŽEMSA xanim hatim ,ku ew serkêžiya birek qîz û xort dike ,berê wan li dadgehê bû ,
Dengê lingên wê û yê dilê wê her yekî êžek cuda nîžan dida,di keskayiya žavên wê de žahî û xemgînî tevlî hev dibûn , keskesor di nav herdû pêsîrên wê de der dib,û tevan bihev re tabloyeke rengîn nîžan dida .
Bi cožek gerim, ez jî tevlê kerwanê wê û hevalên wê bûm , me berê xwe da dadgehê ew dadgeha suxte , ya ne dadmend , me pêžwaziya he çar kurên wê û  11 e hevalên wan bi gul û çîçekan  kir .di encamê de her çar kurên wê  û hevalên wan bi 3 salan , bê sûc û guneh hatin ceza kirin .
Di wê navê de ŽEMSA xanim da ber tilîlyan, û salogan avêtin bi dengekî bilind zimîn bi dîwarê dadgehê xist ,got    hun karin me zindan bikin  hun dikarin me bikujin , lê tucarî hun nikarin behweriyê me biguherênin ,çendî em zilm û zorê ji destê we dibînin ewqasî em bi doza xwe ve tê girêdan. ma gelo dema em daxwaza mafên xwe bikin wê bersiva we ežkence û zindabe . lê bera hun bizanin ku gelê me ,bi van kiryarên we çavtirsandî nabe. û serê xwe natewîne, ji ber go ew dizane di siya wilo serkirdayetê žoven de, riya azadiyê bê ežkence û zindan ronî û dûz nabe .
Heger we îro heçar kurên min avêtin binê zindanê ,ha vaye bi sedan qîz û xortên min çêbûn .
Rojên li pêž,rojên me ne, rojên gelên bin destin. baweriya min bi gelê min xurt e baweriya min bi van qîz û xortan bilind e ku ewê karibin vê doza xwe ya pîroz bi rêve bibin serî
 Xortino qizno destên hev bigrin, rêzên xwe biyk bikin, ji hev bela nebin ,ji ber ku xurtiya me û gelê me di yekîtiya me de ye ,

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark