Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: DOZISTAN

 


Ciwan Dêrikî
ciwanderiki@hotmail.com

Gulîstana min a rengîn
Bi perda re nuxamtin
Kirin tarîstan
evistan .

Bi cobarin sor avdan
Jêr û jor
Bi sal û heyaman
Li pey hev
Kirin xwînistan
Kujistan .


Gerandin li ser
Bager û bahoz
Barandin berf , teyrok ,
Kirin berfistan ,
Siristan .

Rê li ber jînkirinê girtin
Qad û ezman dotin
Dev mane jihev
Tenê maye rev
Kirin birçîstan ,
Revistan .

Dest hemî birîn
Kutin hemî kar
ivantî ,
Gavantî ,
Keraxî . . .
Titek nehêlan
Bû tiralistan ,
Bû bêkaristan .

Roj çemberkirin ,
Ezman dagirkirin ,
ev bû diyarî
Mejî rawesta
raman xetimî
bû nezanistan .

di quncikên dilde
çandin tirs ,
terror ,
hovîtî . . .
kutin bawerî
kirin tirsistan .

deng ziwabû ,
bînahî .. ava re pêde hat ,
perda guh teqa . . .
bû lalistan
koristan
keristan .

bayê mirinê ajotin
zindî kirin mirî ,
hik bûn dar û ber ,
bihar . . .avêtin nava êgir
havîn bû aê seriyan
pehîzê konê behiyê veda
qesaban .. dikanin nû vekirin
kotekiyê serî hilda
welat bû mirinstan ,
zoristan .

biyaniyê di kêferata dojehê de
bi xwe haybû
çav bellbû
berê xwe da dapîr û bapîran
li bîranînan bû mêvan ,
bêhna çiyê hilkêa
çêja axê çêjand
lewra . . .qîr . . .ji nîva kezebê  berda
banga wî dengveda
bijî axistan
bijî pîristan
bijî vegeristan .

* * * * * * * *
Dêrik –   2008 .


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 0
Bi Tevah Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark