Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kî wê dawî li qetlîama jinan bîne?

 


Başûrê Kurdistanê êdî bûye goristana jinan. Li ber çavên herkesî her roj jin tên qetilkirin. Lê kes nîne ku li dij derkeve. Ji vê qetlîame re kî wê bêje êdî bes e?
Bîlançoya ji 28ê Gulanê heta 12 Hezîranê ya der barê qetlîama jinan de weha ye;
28ê Gulanê; li Ranya keçeke 11 salî bi awayekî guman hat kuştin. Li gorî doktoran dibe ku keçika temen biçûk hatibe fetisandin. Polêsan ji ber bûyerê bavê keçikê girtin bin çavan.


Heman rojê, li Kolkeraş a bi ser navçeya Saktan ve, keçeke 16 salî bi hezkiriye xwe re reviya û her du teslîmî polêsan û rêxistinên jinan bûn. Paşê xizmên keça bi navê Kurdistan Ezîz ew girtin û kuştin. Bi otopsiyê diyar bû, ku êşkencê bi keçikê hatiye kirin û ew bi 14 guleyan hatiye kuştin.
 
30ê Gulanê; li navçeya Sangasar keçeke 18 salî bi îdîaya ku benzîn bera ser xwe daye û xwe şewitandiye, rakirin nexweşxaneyê lê li wir jiyana xwe ji dest da.
 
Heman rojê li navçeya Çavrakûrna Zeale H.A. ya 20 salî ji bi heman rengî jiyana xwe ji dest da.
 
Dîsa li heman deverê keça bi navê Dilsoz R.Kh. 18 heb (derman) xwarin û hewl da xwe bikuje. Sedema vê yekê nehat zanîn, lê tê gotin, ku rewşa wê ber bi başiyê ve diçe.
 
5ê Hezîranê; ji gundê Çoman ê bi ser navçeya Çomanê ve, jineke bi navê Şukriye bedena xwe da ber agir û dawî li jiyana xwe anî. Ew 45 salî û dayika 8 zarokan bû. Li ser bûyerê polêsan got: "ji ber bûyerên civakî xwe şewitandiye."
 
9ê Hezîranê; keçeke 16 salî li navçeya Sedekan ji ber şewatê rakirin nexweşxaneyê. Xizmên wê gotin, bi qeza agir pê ketiye. Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin, lê rewşa wê hîn xeter e.
 
10ê Hezîranê; li navçeya Hajîawa jina 50 salî G.M.K. ji ber ku zilamê wê lê dide, serî li polêsan da. Li gorî agahiyên jinikê zilamê wê lê daye û ew bi kuştinê tehdît kiriye.
 
11ê Hezîranê; keçeke 17 salî li navçeya Kifrî ya bi ser Silêmaniyê ve, bi awayekî guman bi çekê birîndar bû. Hat diyarkirin, ku ji bo bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
 
12ê Hezîranê; li gundê Gazna yê Hewlêrê M.M. ya 24 salî benzîn bera ser xwe da û agir bi bedena xwe xisti. Paşê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
12ê Hezîranê; keçeke 17 salî ku li Silêmaniyê dixwend agir berda bedena xwe. Ew rakirin nexweşxaneyê, lê ji mirinê nefilitî.
 (dergush)


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark