Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

DOZA TEVKURD LI RIHEY DEST P DKE

 


Îbrahîm GUÇLU

TEVKURDê, beriya ku ava bibe, li ser navê “Gruba Xebatê ya Demokrat û Neteweyî ya Kurd”, di 24. 12. 2006-an de li Riheyê civîneke gitî pêk anî. Beriya civînê,  Dadgeha Riheyê, bi sedema ku “di civînê de tewana bê kirin” bi lezûbez biryara bi kamereyê opandina civînê da. Civîn, ji bona ku di saloneke girtî de pêk dihat, biryara hatibû girtin, li dijî hiqûqa heyî ya Tirkiyeyê jî bû. Lewra dadgehên herêmî û dadgeha bilind, gelek biryar dane ku civînên di salonê girtî de pêk tên, nayên opandin û ji bona van civînan îzin naye girtin.


Lêbelê ji bona ku desthilatdar û dadgehên herêmî yên Tirkiyeyê ji hiqûqa xwe ya heyî re jî rêzgirtî nînin, ji derveyî pîvan û rasyonalên xwe  jî gelek bi hêsanî dilivin û biryar digrin.
Ev biryara dadgehê ji bona ku li dijî hiquqa herêmi ya Tirkiyeyê û krîterên YE-yê bû, me jê re îtiraz kir. Lê opandina civînê ji aliyê karbidestên fermî de, ji bona TEVKURDê pirsgirêkeke girîng nebû. Lewra TEVKURD, yekîtiyeke vekirî, bêîtiatkar, ne legal û ne jî îllegal e.
Civîna TEVKURDê, di 24. 12. 2006-an,  salona Otela Herranêde hat bi darxistin. Ji gelek bîrûreyên rengîn û cûda kesên rewenbîr û siyasetvan; jin, mêr, ciwan bedarî civînê bûn. Di civînê de bi dehan kesên bedarî civînê bibûn, axevtinên gelek girîng û naverok dagirtî pêkê kirin.  Di civînê de gelek kesan li ser dîroka neteweya kurd û Kurdistanê, li ser çareserkirina pirsa neteweyî ya kurd, li ser model û babeta yekîtiyî li Kurdistanê, li ser rewa siyasî ya Tirkiyeyê û Kurdistanê û Rojhilata Navîn, li ser siyaseta serwerî ya dewleta tirk û siyaseta we ya kolonyalîst li Kurdistanê axevtin kirin.  
Pitî civînê di derheqê civînê de lêpirsîne dest pê kir. Her çiqas dozgerê Komarê Erhan SAGLAM bîrûreyên gelek kesan negirtibe jî,  doz, pitî salek û du mehan, di 29. 02. 2008-an de bi doznameyeke gelek prîmîtîv û ne ciddî vekir.
Doz, di derheqê min (Î.G), Fuad Onen, Eyyûp Karageçî, Arîf Sevînç, M. Kemal Oguzlu, Nadîr Yekta, Sidki Zîlan de vebûye. Gorî doznameyê, ji aliyê TEVKURDê û ev kesên di derheqê wan de doz vebûyî, xala 215/1, 216/1, 301/1-emîn a Qanûna Cezayê îxlal kiriye û ev xalan bin pê kirine.
Doza TEVKURDê dê di 17-ê Hezîrana 2008, saet 10-00-an de li Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 3-emîn ya Riheyê dest pê bike.
Ez di vê baweriyê de me ku li  dadgehê li ser qerektera dadgehê û li ser pirsên din yên dîrokî û Kurdistanê gelek bîrûreyên balkê dê bên pêkê kirin.

Amed, 12. 06. 2008

Îbrahîm GUÇLU
Sekreterê TEVKURDê


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 0
Bi Tevah Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark