Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Civaka Kurdî, û guhertina nexuristî . (I)

 


  Azad xalid.
 
taypetmendiya civakî:
Bi rasî  ez bi dehên caran li xwe vegeryam, berya ku ez biryara nivîsandina vê gotarê bistînim, pênûsa min ji dest min deket her ku min dixwest ez dest bi nivîsê bikim.
Ji ber ku mijareke wiha bi hest, ne tiştekî hêsane ku mero li ser binivîse.
Mijarên wisa bir zore mero pê re têkilî bike, ji ber ku nirxandina civakekê ne hêsane.
Bê guman kesin zanist di xwendina civakî de gerek li ser van mijaran bisekinin.


Lê dema ku em dibînin ku di nêv civaka Kurdî de kesin wilo peyda nabin, yan ku peyda bibin jî, ew ha ji civaka Kurdî nabin, lewra divê ku kesên dilêş hebin ku bi wiha mijar re têkilî bikin.
Û ji ber ku ez xwe dilêş li ser vê civakê dibînim, min destûr da xwe ku ez nerîna xwe belav bikim.
 
Di bawerya min de, dive civaka mero tiştê herî girin li cem mero be.
Her civakek wek ku em nas dikin, taypetya xwe heye, ango kultûr û gerdişên wê.
Û ev kultûr ya ku bi sedên salan hatiya avakirin, pir bi rûmete li cem xwedyê xwe.     
Eger winda bû, xwedî jî winda dibe.
 
Em Kurd jî wek van milletîn  cîhanê, gerdişên menî civakî taybet bi me hene.
Nifş li  dû nifiş ew hilanîne û parastine.
 
Bê guman ev kultûr û gerdiş ne destûrin asîmanîne, yan ji cem xwedan daketine ku neyên guhertin, guhertin pir giringe, ji ber ku gelek ji van gedişan  hene pir pîsin û hilanîna wan pir pêwiste.
Lê eger guhertin ne xuristî be, wê demê tirs li ser civakê heye.
 
Em tev xwedî bûne di nêv civakekê de ku bi navê "civaka rojhilatî" tê naskirin.
Ev civaka rojhilatî piranya yasa xwe ji jêderkî olî birye, û bi taypetî ji Misilmantiyê.
 
Kurd ji roja roj de, ji vê kultûra bi sînor hes dikin, ji berî Misilmantiyê de jî.
 
Civaka Kurdî li ser ramanên mîna ( Mêranî, rastî, namûs, alîkarî, comerdî) ava  bûye.
Û Kurd bi van gerdişan tên nasîn.
Mêrê Kurd ji van tiştan pir hesdike, namûs û mêranya xwe nade bi tiştekî.
 
Û di nerîna min de ev  prînsîp  gerek her dem cê rêzgirtinê bin di nêv me Kurdan de,
Ji ber ku  ev tiştê tenê bûn  ye me karîbû em  wan biparêzin.
Kes birame  ku ev gerdiş paşketine, ew pir şaşe, ji ber ku ticarî pêşketin nabe dijî namûs û mêraniye. Û eger bibe, ji xwe pêşketina ku min ji rengê minî xuristî bişo, ji min re ne pêwiste.
 
 
Beşê (II)ji vê gotarê wê li ser guhertinên nexuristî be.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark