Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ji bo qamiþlo

 


  Dilbend xelîl 

Newroz îro tu xemgîne
Li ser qamiþla evîne
Vê buharê tev xwe reþ kir
Hêsir barandin ji kîne
 
Rûkê van çiya tev reþ bû
Bi arê newrozê geþ bû
Bû wek xwîna wan þehîdan
Newroza vê salê meþ bû


Newroz wan li me kirin xem
Xwîna me rijandin wek çem
Gelî kurdan ne çilminsin
Got nabe me divê berhem
 
Ne tenê newroz xemgîne
Ro ava pêre xemgîne
Rokê hêdî serî danî
Bê hiþ ma bû ew jî dîne
 
Ev buhara xweþ û þahî
Ev ezmanê bê ewr sahî
Li me kirin xem kul û derd
Kirin ser me ax û ahî
 
Çilmisîn gulên buharê
Li ser te hey gulîzarê
Gulîzara wan þehîdan
Ne hiþtin herin mezarê
 
Wer ji xwel Amûdê bi ner
Alê reþ bilindin li ser
Baþûrê bi çûk xwe reþ kir
Dinya tev hejiya ji ber
 
Ne tenê kul , êþ û lave
Ev êþa han bû girdave
Ev çi hat bi serê kurdan
Danyik bi qîrîn û lave
 
Hey lê dinyayê dinyayê
Qey ev zor ji te hilnayê
Ta kengî em kurd bin dest bim
Di bin destê zor daryayê
 

Gawirtî ew tim dûm dike
Qet zordarî ew dûm nake
Çi qas ew zordar jî pir bin
Gawirtî wê xwel wan rake
 
Çi qa xwe xurt kin bin kînê
Qet nabe himber peqînê
Peqîna baþûrê bi çûk
Ji bo azadyê û jînê
 
Hew ne sebr û aram nema
Kurdo xwe nexîne xema
Gotin jî bi zordar nabe
Xwînê birjîne wek çema
 
Amûdê        21/3/2004


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark