Evroka, reva te ye. Sibe, sibe ez têm, zû an jî dereng.
Derengî, li baxê hebûna te.
Ba rêya bêterazû ye, xwe nepîve
hindek derbas dibin, çav nede jiyana mayî.
Kesk, li ber mirina xakê xûz.
Bêhinvedana bilûrê, di nav sîbera min de, te dîtibû?
Biçûk, girêdam, winda me, heyveke reş.
Kîn. Guhpelkirin? Na! Na desthilat e!
Kîn! Berê min li kû ye?
Ji daristan û wan rûbaran hez dikim! Xwe winda bikim.
Ji dûr..di bêdawîbûnê de bi tenê me.
Xewneke kûr, rojeke çavlixew
janeke kûr di xeweke ezelî de, jiyan kûr.., kûrtir ji mijûliya rojê,
Duh ji îro dûrtir, kûrtir
Li nav kelehên xwewindakirinê, nîvaşevê astegeha dilbijiya min e, di hetîketiyên
avê de. Dengê te, di bin çermê min de, qêrîna xwe haş dike. Gera xwe li nav gewdê
min dikî, diçî û şopa xwe li ser re min diguherînî. Lêvên te pîroz in.
Xewnên te dizê bîrkirina şevên min in.
Kesera bayê bêdeng î..
Li perawaza şevê, tu...tenêtiya herheyî
Reşekî kûr!
Hingavên te, qêrîna kolanan, nîşana pîvanê
Çavên te, zevî, ji sîbera min
Dengê wan, toza ji rengê tirsê
Di dêmên şevê de, xewn diçe û tu…
kevirekî jibîrkirî di kovandanka rojê de, bi tenê li perava roniyê
Li ber pencerê, roj, welat bûka du rûbaran
li ser birînê neynik dizê
Mirin mêvan e, li derbederiyê, li tenişta lixwemukurhatinê.
Li ser pişta darekê, şûnwarê zimanê wî zinarî.
Şev, nîşana mirina şînê di gustîla bayî de
Tu bi çavê vekirî. Bêdeng be, ev ba westiya.
Berbangên işqê, mişt fîxan in
Henasên te, volkanên bêrîkirinê, di binya mijgulên min de, sîberên bêhinvedanê.
Li kûrahiya şevê, hetava mirî, ji dêmên xwedayekî şaşomaşo , têhna lerza min
Ewra demê. Bêdengî, işqa nelwirbûna te ye.
Agirê ezelê, nimêja qendîla şikestî di gavên te de, razana qetran.
Bayê koçberiyê, gavên te û min, rê winda kirin.
Ez li vir, tu oqiyanosan bi xwe re radikî.
Henasa rondikên min, li kulîna şevê.
Li ser textê Êzîs, giya ahînên sînga te dihijmêre.
Bi agirê te, min xwe şuşt û peyv li nav qelaçê te daweşand.
Rubarê nihêniya ji kerba min î.
Maçekê bide, li ber delavê gunehan, hemî nimêj in, rondikên min
Lerza işqeke ilahî, li ser toza şeva te me.
Di hebûnê tu. Di nebûnê de peyv.
Mûzîka şevbuhêrkên berfê di tuxûbên seyranan de.
Li viyanê. Li mirinê, destnîşankiriyên te, qeşema dareke razan
Li vir im. Kî sura inada min dizane?
Çi ye?
Bayekî vala
Şêtî
Sirûda ji gewrîya hovekî
Çend peyv, li ser „ derfeşa efendiyan“
Mê
Êşa keça qereçî
an jî strana sefera peyvên gerim?!
Dizanim. Bila bibêjin, ji peresgeheke teyisî, li nav sulaleteke dilovan, diherrikî.
Bayî, tîrêja evînê, belindeyê şevê, aşiqê herheyî.
Li ser vê dojehê bêhna xwe berde. Li bayebanên derbederiyê,
di nediyariyê de, ez û tu derewek in.
Dirêjahiya şevê, çemek sinorê şîna min dilorîne, kaniya lêvên te, zeviyekî xewnê.
Va li nêçîra henasên te me, xapînokên xwedê yî.
Jibîrkirinê bide min, li nav barana çavên te..payiz im.