Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Marss *

 


Mehmûd Badilî

Bibûrîne..
ku min nîv himêzkirin
di navbera pêçîyên bejî û çiçikên tî de
ber bi êvareke nîvçe de
bi kutin da.

Bibûrîne ..
ku min nîv gav ji pistepistê
di ajot ber bi erekî mezin de
wê gavê ..
heyv ji nav porê te diemitî
û dilê min
di berxwe de dida,
wê gavê ..


ji tilîyên min
deshilanîn çênebû
taku porê te ehkiriba,
wê gavê ..
min nizanîbû
ku evê ..
wê porê xwe
bi ser gihaka arezûya min de
kurrkiriba,
wê gavê ..
girêza dilbijandina minî velqitî
li bûnewerên kûrahiya min
dibariya,
û çirûskên wê kêlîka ha
ji çav û tilîyên te
serxweiya helbestek kêmxew
werdigerand
ez û dîwar diariyan.

Bibûrîne ..
ku wê gavê
perîanî di hindirê min de
digiriya,
tûtina êvara min jî
ne ya xursê bû
û bêhna tirsê
li tevdîra kiryariyên min
diweiya,
û mija zayîna min
ji pêsîrên bîreweriya birîneke kevn
hîna îrvenebibû…
kosteka azadiya endamên min jî
hîna ne qetiyabû…
ku di berrîya te de
bi nehiî xwe berdana .

Bibûrîne ..
ku min ..
nîv danasîn
nîv hevdîtin
nîv pistepist
nîv xatirxwestin
di êvareke bînçikîyayî de
bi kutin da .

Bibûrîne ..
ku min..
di wê êvara nîvçe de
li ber te..
ruwê xwe sipî nekir
ne nîv maçeke reviyayî
ne nîv dereweke tevizî
ne nîv pêvedaneke bêdeng
wisa..
dilsar û dilewitî
laê min bi desmêj
li tenahiyê vegeriya …
û giyan serxwe ma
di nîv bêhna devê te de
xîmava gumaniyê
di nîv êvara mayî de
bi nexurî dimijt
bi nexurî dicût
lê marsîs bilind ma
û pelên xwe
neweand .

Marsîs : dareke rengê wê zere , dirêjbûna wê 2 mitre, darikê ku pê çixarê vedixwin jê çêdikin, hêmaya berdewamî û hevaltiyê ye .


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 0
Bi Tevah Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark