Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Sê M bi xewnan þuþtî

 


  Tengezarê Marînî

Daku sirûdên te adareke sêgulî bilorênin, sê dilopên helbestê sûndeke aþiqane li goristaneke bênavnîþan- navê wê
Qamiþlo ye- verêsin, çend xewn û xwezîkên derengmayî dê biþkuvin.
Em dibûn berfeke nuxumandî,  ji pêlên bahozeke di nav  jiyaneke bihî de.
 Di bedena xwe de, me çîrok bi hêsiran diguvaþt. Li rojeke bi  dîrokê  hilçenî, me  þîna xwe dimerast .


Li wir,  çiya. Li wir, welatê di kêferatên evînê de xem rêsan. Li  kolanên þevan,  giyanên þûndemayî, sirûda  sê buharên  zindî li ber dergehê xwîna min lêdan.  Welat, adareke denvedayî ye dîsan!
Kîjan henasê xatir ji  þevê xwest? Kîjan rojê, kîjan sipêdeyê, kîjan xemê, dîsan pêþwaziya hawarên dayka sê Mihemedan kir?
Wê demê, þev û roj yek in. Wê rojê  þev  xwezîkên xwe ber bi sinoran ve dibe û  þev û rojê hêviyên xwe li nav wan çiyan çandin. Û wê rojeþevê, em helbestên xwe berdewam dikin û dengê azadiyê hêrza wan çiya gur dike.
Bigire, berf odeya min xemiland û bêdengiyê vedihûne.
Dengê te adareke ji xwînê, kilîtê diguherîne.
Belê peyva te li ber guherînê ye.
Ba li nav demên vî welatî, peyveke ji berfê digindirîne.

Li rêwingiyê, du bajarên ji  þîna kelehan, du çiyayên dilê min, yek miþt helbest û yê din miþt ji xwîna helbestê.
Welatê min awira kenekî darbestane.
Þev di nava hezkirina zuha de, govendeke girtî, tilîliyeke aþopane!
Li vî welatî, li welatê sor , li welatê ku serê zarokên xwe ..!..
Welatê girî, welatê þînê, welatê  li kêlîkên  jiyan û mirinê  siwar!
Welatê sê M û bi milyonan tîpên axretê
Welatê dengê min, welatê sozên te, welatê stiranan, welatê kolanên birîndar
Helbestek im, dikelim!
Di kelehên þevê de, vegereke bêbinayd. Agirekî dûr, di awirdana peyvê de.
Laþ, dilê rûbarekî bêdeng û gencekî xwehiþtî û dest bi te kir!
Li vir agir / tu / mirin / dil û xeyaleke þêt.
Li vir masî û xwîna gerim.

Ji bilî te, çi ji mirinê bihêztir e
Çend  silav bi dengê reþ daxdan!?.
 Mirin çend caran di himbêza hilbesta min de þîr vexwar?
Pênivîs serpêhatiya navê sor e.
Derbederekî kurd:
teqez wek xwe,
navê welatê xwe biçûk dinivîse.
dibêjim kurdland.

Helbestek.
Li nav dilê min neqþa soserta adarê.
Gulîzerek.
Tu ez im, ez im tu.
Tu û ez serpêhatiya welatê mij.
Ez û tu helbesta meyandî bi rondikan, silavên xemgîniyeke îsotane.
Darekî li nav sîbera rêyeke dirêj. Ne tu digihî û ne jî rê.
 Dikarim biçim, darek bim,
dikarim biçim û qurmekî kolayî li vê xakê.

Henasa xwe digire helbest,
tu bayekî ji desthilanîn dixî, bayekî biyan î, di zivronkên van hevokan de.
Yariya ronî û sîberê yî,
þîn û kesk,
li her deverê tu kolanek.
Li kû jî be, palde, li ser gorekê.
Li Li vir be,
 li wir be, li çep, rast, bakur, li baþûr
 Welatek .
Goristan û dayika min î, li xunaveke nûgihayî.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark