Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Bihar û xema wê.. Ji bo bîranîna Þehîdên Newrozê

 


Siyamed Sîpan
 
Em dîsa ketin biharek din
û me xema zivistanê li dû xwe hiþt.
Me dilên cemed girtî bi barana biharê þûþtin
û me li ber tîrêjên tava ji hêrsa „Roja Nû“
(Newroz) difûre, hestên xwe raxist.

Newroz ku mizgîniya biharê û demek xweþ bû,
bû xema biharê.
Mirovên ku dilê wan di cemediya zivistanê de rizya ye
û li þûnê bêbextiyek bê sînor maye, ev Newroza ku destpêka hêviyên nû ne, kirin destpêka birînên nû, kirin destpêka xemên nû.


Demsal ji þûna ku niha di xemla biharê de bedewiyê bipejiqîne û hêviyan bifûrîne, ketiye xefka mirovên ji heskirinê û ji wijdan bê par.

Nahêlin bihar jî êdî mîna dilê wê dixwaze, bedewiyê li kulîlkên xwe belav bike. Binevþên ku ev bi salan e, li hêviya piçek rûkeniyê ne, êdî bi xemek nû re ewê mezin bivin.

Tê bîra min biharên borî bi kêfxweþiya jiyanek rengîn dihate pêþwazî kirin. Lê ev bihar bi xemgîniya þehîdên xwe, hêrsê di dilê xwe de mezin dike. Bihar bi hêrsa ku ji xeml û xêza xwe can wenda kiriye, çavê xwe tijî hêrsa dilê tekoþer kiriye. Hêrsa gulên tolhildêr tevî xema biharê dibe. Ev hêrs ewê sersebebên bûyerên Newroz ê, bihelîne û tune bike.

Ev gotin ji bo kesên ku tevlî serûvena nobedarê ronahiyê bûne ne,
ji bo kesên ku bejna xwe bi rengên kesk û sor û zer xemilandiye û tevlî cîhana nemiran bûne ne.

Ev nivîs li ser fûriya hêrsa dilên ku bi agirê Newrozê gûr bûne hatiye nivîsandin ji bo cangoriyên Newroza 2008 a.

Ez vê nivîsê diyarî wan dikim û bejna xwe li ber tekoþîna wan ya bi rûmet ditewînim.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark