Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Dilê min

 


  Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com

Dilê min, sibehîn tu min ji xewê radikî. Bi nazikî þîrava evîniyê tu bi ser hêviyên min de belav dikî! Ax dilê min, tu ajoyê bihinê yî. Ez bi kû ve diçim, bandora te li min jipiya ye!

Çi dikim, nakim nizanim çi bikim? Canê min di hêlana matmayînê de ji xwe li xwe hay dibe. Rivîna evînê ez sotime, ji her hêlê ve þahî jê re giryan e.


Tu gelekî xwe dûr dikî. Rê, xaçerê û rojên windabûnê li dor xwe diçî û têyî! Çendîn sal dizîvirîn, tu li þûna berê hîn jî sobelanê dikî. Bi metalan ne rê dibî ser rê; ne tu dikarî dîsan bide ser raste rê, yaxud tu virvirokeke rengareng bi lez û bezê yî?

Dilê min, ax dilê min, tu ji pêlên derya hartir î; ji çavên bazî þiyartir î; ji her bayî tûj û dijwartir î… Ax dilê min tu ji her têtîkê tenik û zelaltir î!

Bese berê min nede kaþan, pora min wek ardê li ser serê qeraþan sipî bûye.  Tu hîn zaro yî, bi lîstokan dilîzî. Di kêferatên evîniyê de tu mest î, sergêj û zîz î, li nêv zarokan sîpeyekî bêcir û zirz î!

Ji bûyîna min de ez benî, tu li ser min axa bûyî; ji hîngê ve te lingek daniye ser lingê din û tu cotê temen wêran dikî. Heta evê pileyê stema te hîna jî, ez ne westandime. Belê ka dawî çî ye?
Jiyan

Wek navê te
jiyan þêrîn e.

Wek çavên te
jiyan neynik e.
Wek rewanê te
jiyan hêlîn e.

Jiyan mezin e.
Lê belê ne bi qasî dilê te.

Rêpîvan ji hîngê ve li nav me dûr û dirêj e. Posta evîndaran ji benî, hungiv û mewîjan herdem dagirtî û têr e. Geh dikirin, geh difiroþin û geh dimsê dimijin û þîr ji guhanê hevokan didoþin.
Çavnêro! Ma perperîkên kenê te seyrana xwe li kû dikin?

Gelo nizanin mîrgeha jînê bi sosin û solînên vîna te xemilî ye? Belê hêvî li dûv hêviyê bi keskesora mizgînê re geþdana suriþtê ye.

26/3/2008

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark