Bi navê xwedê yê dilovan û mezin,
bi navê xwişk û birayên xwedê jê razî, endaziyar Heyder Hejî Yûsiv ( Xaşo) û hemî kurmam, pismam û kes û karê wî, ez spasiya hemî wan mirovan dikim, yên xema me bi me re parve kirin, û di merasîma veşartinê de beşdar bûn, yên li bin konê behiyê amade bûn, an jî ew rêzdarên ku di rêka telefûn û E.mail an re, xwe gihandin me û bûne hevpişk derd û kovanên me.
Spasiyeke taybet bo wan malperên kurdî, ku singa rûpelên xwe kirin behîgeh bo wexerkirina vî hezkiriyê me, bi hêviya ku xwedê we hemiyan ji derd û xem û belayan biparêze.
Em hemî yê xwedê ne û lê vedigerin
Bila serê we sax be û cihê miriyê we, me û rehmetî buhuşta rengîn be.
Bi nave malbatê
Lezgîn Hejî Yûsiv (Xaşo)